Kewen Birçi
Kewen Birçi
- Ürün Kodu: 9786055585075
- Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
- Yazar: İsmail Dindar
- Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
13,09TL
Vergiler Hariç: 13,09TL
Kitêba nû a Ismail Dindar “Kewên Birçî” ji nav wesanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê. Ji çîroka bi navê Kewên Birçî:Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek resahî bû. Pistî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî: “Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?”“Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.”“Çima di berfê de nikarin bifirin?”“Ku berf dibare, kew tistekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.”“Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?”“Erê lawê min, wisa ye, bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle.”“Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn...” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min gostê wan kewan nedixwar. Gostê kewên birçî...
Ürün Adı: Kewen Birçi
Ürün Kodu: 9786055585075
Yazar: İsmail Dindar
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 104
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen:
Ürün Adı: Kewen Birçi
Ürün Kodu: 9786055585075
Yazar: İsmail Dindar
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 104
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: