Gazinda Xencera Min
Gazinda Xencera Min
- Ürün Kodu: 9786055279806
- Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
- Yazar: Celadet Ali Bedirxan
- Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
16,17TL
Vergiler Hariç: 16,17TL
Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê "Gazinda Xencera Min" de kom bûn û di nav wesanên Avesta de çap bûn.Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 bes hene. Di besa yekem "Destpêk"ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobi'nin Hatasi ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye. Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin. Besa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin. Di besa sisêyan de "çîrokên tarîxî" cih digrin ku bêhtir bi navê Bisarê Segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne. Di besa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene. Besa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand. Di vê besê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant, Serlok Holmes, S. A. Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene. Me bi tu awayî dest nedaye ziman û îmlaya çîrokan, ji xeynî hin peyvên ku pir eskere ye ku xeletiya çapê ne, me xwest bi her awayî orijînalîteya wan biparêzin. Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin, me yek jê hilbijart: melike / melîke, sîng / sing... Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin. Pist re çavkanî, navê kovarê, hejmar û tarîxa wê ya wesanê hatine nivîsandin. Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin. Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt, metoda kronolojîk me tercîh kir.(Tanitim Bülteninden)
Ürün Adı: Gazinda Xencera Min
Ürün Kodu: 9786055279806
Yazar: Celadet Ali Bedirxan
Basım Yılı: 2014
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 176
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: