KATEGORİLER
Sepetiniz

Dema Drireşkan

Dema Drireşkan
  • Ürün Kodu: 9789753443906
  • Yayınevi/Marka: Belge Yayınları
  • Yazar: Murat Turk
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
10,56TL
Vergiler Hariç: 10,56TL

Dema ku ez kitêba "Dema Drîreskan" dixwînim kitêba Mitka Gribçeva ya "Ez Li Ser Navê Gel Te Mehkûmê Mirinê Dikim" û rûpelên bi dîmenên xedar tijî ên ku Ognyana jiyaye -ku ew yek ji partîzanên di serê li dij fasîzmê de li ber xwe dane ye- tên bîra min.Lê belê dema mirov tistên ku lehengê kitêba "Dema Drîreskan" Servan dixwîne hestên mirov yên meraqê hîn bêtir bilind dibin. Bi vî aweyî li beranberî tistên ku Servan jiyaye, Tistên ku Ognyana jiyane pir sivik tên. Mîna ku; bakurê Çewlikê… Çiyayên Seytên… Tîrmeha 1995… Komeke gerilla û pêsenêng wan ên di qonaxa biryarê de.Rêya ku tê hilbijartin, wan rastî leskeran tîne û wan dibe derekî ku pêwîst e ser bikin. Bi vî aweyî çek bê rawestan diteqin û di vê demê de Servan birîndar dibe û demekê ji hevalên xwe diqete. Û çîroka Servan, pistî vê veqetînê dest pê dike. Serûvena Servan ya heta ku careke din digihîje hevalên xwe tevna bûyerên romanê pêk tîne. Tesawireke xurt ya romanê heye. Destpêkirina bûyerê pêsketina wê û bi dawîbûna wê di maweya zemanekî de pêk tê. Eger ku zeman ruhê romanê be, nivîskar wî ruhî zept kiriye.Di heman demê de "Dema Drîreskan" romaneke rê ye. Wekî ku nivîskarek dibêje " Romanek, neynikekê ye ku li seranserê rêyekê tê gerandin" Nivîskarê "Dema Drîreskan" Murat Turk ji serî heta dawî li rêya ku Servan bi rojan dimese neynikek digire û di romanê de nîsanê me dide.(Tanitim Bülteninden)

Ürün Adı: Dema Drireşkan
Ürün Kodu: 9789753443906
Yazar: Murat Turk
Basım Yılı: 2014
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 248
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: M. Aydın Söğüt