Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
- Ürün Kodu: 9786055279936
- Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
- Yazar: Celadet Ali Bedirxan
- Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
15,40TL
Vergiler Hariç: 15,40TL
Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê "Çîrokbêj" û "Çîrokên Kurdmancî" çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav wesanên Avesta de derketin.Em li vir "Çira Zanînê" ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye, çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin. Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tistî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya. Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temase kir; li ser nexwesiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û sîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin. Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tistên dinyayê hisyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tist dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew skênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.(Tanitim Bülteninden)
Ürün Adı: Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
Ürün Kodu: 9786055279936
Yazar: Celadet Ali Bedirxan
Basım Yılı: 2014
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 80
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: