Bilhuşta Lal
Bilhuşta Lal
- Ürün Kodu: 9789944382007
- Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
- Yazar: Selahattin Bulut
- Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
13,86TL
Vergiler Hariç: 13,86TL
Rêwîtiyek ber bi welatê stêrkan ve...Çapa duyem a 'Bihusta Lal' derketYekem kitêba çîrokan a Selahattin Bulut, 'Bihusta Lal' bi çapa xwe ya duyem derket pêsberî xwendevanan. Yekem çapa 'Bihusta Lal' 2006an derketibû. Kitêba din a Bulut, 'Xadim' jî di van rojan de çapa xwe ya duyem kiribû.Ji kitêbêMuawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir:'Diyarbekir! Diyarbekir!'Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihist û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kasê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Tasîtê û di nav Gundê Dêsanê re dibihurî, di Destegewrê re qiyameyî Kasê Sermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Sermixê. Pistî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Setê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû.
Ürün Adı: Bilhuşta Lal
Ürün Kodu: 9789944382007
Yazar: Selahattin Bulut
Basım Yılı: 2012
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 72
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: