Bare Şeve
Bare Şeve
- Ürün Kodu: 9786055279035
- Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
- Yazar: Fawaz Husen
- Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
15,40TL
Vergiler Hariç: 15,40TL
Romana nû ya Fawaz Husên "Barê Sevê" di nav wesanên Avesta de derket...Fawaz Husênê ku bi "Amîdabad" (2001) û "Parîsabad"ê (2010) cihekî bingehîn di kitêbxaneya kurdî de vê carê bi "Barê Sevê" derdikeve pêsberî xwendevanên kurdî."Rustemê Zal, Sêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser sandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pista xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leskerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikisandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihust û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan tesiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên ês û xewnan hema dubare dikirin."Di romana xwe ya nû Barê Sevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi pas xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.Fawaz husên bi minasebeta xebatên xwe yên nû li kurdistanê bi xwendevanên kurdî re tê ba hev. Program di demek kurt de!...Barê SevêFawaz Husên
Ürün Adı: Bare Şeve
Ürün Kodu: 9786055279035
Yazar: Fawaz Husen
Basım Yılı: 2016
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 136
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: